Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Enfilasiyon di Îranê de bi berdewamî bilind dibe

16:30 - 24 Îlon 2021

Li gorî Navenda Amar a rejîma Îranê nirxa enfilasiyona salane di meha Gelawêja sala 1400`an de, gihiştiye bi bilindtirîn nirxa xwe ya tomarkirî di 30 salên derbasbûyî de.

Di sala 1373`an de nirxa enfilansiyon di Îranê û Kurdistanê de %49.9 hatibû ragihandin.

Navenda amara rejîma Îranê nirxa enfilansiyonê bo her malbatekî Îranî %45.2 ragihandiye ku li hember meha derbas bûyî %1 bilind bûye.

Li gorî amara rejîmê, nirxa enfilansiyona xal bi xal a girûpî tevahiya xiwarinan, titûn û vexwarinan bi bilindbûna %1.5 giheştiye bi %58.4 ê, lê nirxa xal bi xal li meha Gelawêja îsal, giheştiye bi % 44.2 , ku ew rêjeye rekordeke nû di dîroka aboriya rejîma Îranê de tomar kiriye ku, bilindtirîn rêjeya enfilansiyona salane di heyama sê dehikên derbasbûyî de tê hisêb.