Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Enfilasiyona 8 parêzgehan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê zêdetir ji %50 ye

17:28 - 30 Îlon 2021

Navenda “Amar a Îran”ê belav kiriye ku enfilasiona 8 parêzgehan zêdetir ji %50 ye û di 2 parêzgehan de %41 e û cudatiya enfilasiona di navbera parêzgehan de %11.8 e.

Navenda Amar a rejîma Îranê di raporekê de belavkiriye ku enfilasiyon li parêzgehên “Tewrêz, Kirmaşan, Sine, Çarmihal û Bextiyarî, Kohgîlûye û Boyêr Ehmed, Îlam, Xurasan û Zencan”ê zêdetir ji %50 ye û enfilasiona 2 parêzgehên “Qum û Tehran”ê nêzî %41 e û cudatiya enfilasiona parêzgehan gihîştiye bi %11.8 ku dinavbera parêzgeha Qum bi kêmtirîn û Îlamê bi zêdetirên enfilasiynê ye.

Herwisa navenda “Amar a Îran”ê daye zanîn ku di berdewamiya wê meşê de di meha Rezbarê de ya kêm di niveya parêzgehên Îranê de qasa anfilasiyonê ji %50 zêdetir bibe.

Herwisa pêka wê amara rejîmê, enfilasiyona gundên 17 parêzgehên “Îlam, fars, Kirmaşan, Yezd, Urmiye, Luristan, Sine, Xurasan, Bûşêhr, Erdebêl, Kohgîlûye û Boyêr Ehmed, Hemedan, Îsfehan, Çarmihal û Bextiyarî, Gulistan û Tewrêz”ê zêdetir ji %50 ne.

Pêka vê amarê di meha Xermananê de bilindbûna nirxa enfilasiyonê di gundên parêzgeha Urmiyê de %55.1 bûye ku hevdem di gundên parêzgeha Hemedanê %38.5 bûye.

Herwisa pêka wê amara rejîmê, zêdebûna enfilasiyon a xwarinan di Îranê de ji %60 zêdetir bûye.

Cudatiya enfilasiyona li navbera parêzgeha dide xuya ku rejîma Îranê ti kontrolek li ser nirxa hewcehiyan û herwisa li ser dabeşkirina wan hewcehiyan li parêzgehan tinîne û bilindbûna enfilasiyona giştî bi wî qasî bi wayeta îflasa aboriya rejîmê û daketina zêdetir ya nirxa perê Îranê ye.