Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

ENKSê di demeke nêz de dê nivîsîngehên xwe di Rojavayê Kurdistanê de veke

11:18 - 4 Şibat 2020

Encûmena Nîştimanî ya Kurdên Sûriyê (ENKS)ê biryar daye ku, dê di demeke nêzîk de nivîsgehên xwe li Rojavayê Kurdistanê veke.

Di vê derheqê de jî, Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî ragihandiye, biryara vekirina nivîsgehên ENKSê, gaveke girîng e ji bo avakirina baweriyê.

Li ser vê biryarê, Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî li ser rûpela xwe ya Twitterê li derheq biryara ENKSê ya vekirina nivîsgehên xwe li Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û pîrozbahî li ENKSê kir.

Mezlûm Kobanî nivîsî: “Biryara hevalên ENKSê ya vekirina nivîsgehên xwe, gaveke girîng e di çarçoveya avakirina baweriyê de. Em vê gavê pîroz dikin û tekeziyê li pabendbûna me ya bi nêzîkirina nerînan û yekrêziya Kurdî dikin. Ev gav bi berpirsyatiyên hemû aliyan re digunce û bi awayekî aktîv bandorê ji bo dîtina çareseriyeke dadperwerane ji doza Kurdî re li Sûriyê dike.”

Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî bi armanca nêzîkirina aliyên siyasî û avakirina yekrêziya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê destpêşxeriyek ragihandibû. Ew helwesta Kobanî heta niha ji aliyê gelek partî û aliyên Kurdî ve bi erênî hatiye pêşwazîkirin.