
Kurdistanmedia: “Ensarê El-firqan” berpirsyariya êrîşa li ser Çabiharê ku tê de çendîn kes hatin kuştin û birîndarkirin, girte stûyê xwe.
Li gora nûçegihaniyan Mihemed Pakpûr fermandê Hêza Bejahî a Spaha Pasdaran piştî teqînê li wir amade bû, û bas ji vê kir ku aliyê kêm çar kes hatine kuştin û dehan kes jî birîndar bûne. Herçend yekem car bas ji vê hebû ku fermandê Hêza Întizamî ya Çabeharê jî hatiye kuştin.
Rejîma Îranê di meha “October”ê de ragehandibû ku Ensarê El-firqan di encama operasiyoneke wan de ji nav çûye, lê vê girûpê bi weşandina daxuyaniyekê di 10`ê “October”ê de, îdiayên rejîma Îranê ret kirin, û ragehand ku: Ew girûp ser bi tu kesekî nîne, û kuştina çend kesan nabe sedema rawestiyana çalakiyên vê girûpê.
Di Cozerdana sala 1392`an de jî, di Çabiharê de , bûyereke bi vî rengî rû dabû.
Wê demê kesekî ku dixwast di nav binkeya Hêza Întizamî ya Çabiharê de êrîşeke xwekujiyê pêk bîne, berî ku bikare here jor de, bû armanca gulleyan û hate kuştin.
Wê demê girûpa bi navê Ensar El-sune ya Îranê berpirsyariya vê êrîşê kêşabû stûyê xwe.
Rejîma Îranê berdewam radigehîne ku piştevaniya xelkê bi wan re ye, lê çalakiyê weha û gellek ên din di navçeyên curbicur bi başî diselimînin ku ew rejîm bixwe çavkaniya hemû bêdadî û fer û cudahîdanîn û zulm û zordariya derheq xelkê navxwe ye, û dijkiryarên bi vî rengî ji aliyê girûpên cur bicur ve, dijkiryar e li hemberî wan hemû zulm û steman.