Çendîn heftiye ku Ensolîn di dermanxane yên Îranê de, bi taybet di bajarê Tehranê heya di bazara reş a dermanan de jî, peyda nabe.
Tinebûna dermanê Ensolîn ku nexweşên diyabêtî bikar tînin li dermanxane yên Îranê bi taybet di bajarê Tehranê de peyda nabin û kesên ku hewcehî bi wî dermanî hene heya di bazara reş de jî wî dermanî peyna nakin, nebûna wî dermanî gefeke micid li ser canê nexweşên diyabêtî ye.
Vîrûsa Korona di kesên ku nexweşiya Diyabêtê hene, pir xurtir dibe û tinebûna demanê Ensolîn bo wan nexweşan gefeke herî micid li ser canê wane.
Tinebûna Ensolînê bi qasekê micide ku heya li ser torên civakî daxwaz dikin ku di her cihek peyda dibe wan nexweşan agehdar bikin.
Derzî an pêkuta Ensolîn a bi navê “Novorepîd” (Novorapid) bo nexweşên diyabêtî hewcehiyeke micide.
Berpirsên rejîma Îranê ti girîngiyekê nadne canê xelkê û nêzî salekê ye ku heya bûdceyek bona kirîn an berhemanîna wan dermanan terxan nekirine.
Pêka gotina xwediyê şirketên hawirdekirina derman û emrazên hestiyar yên tenduristî, di enbarên wan de dermeneke wiha êdî nemaye.