
Ew serê çend rojane ku di herêmên girêdayîyên Bajarên Selmas û Xoyê berdewam Erd diheje .
Bi hegera berdewamiya Erdhejê li wan deweran gefeke mezin li ser jiyana xelkê ye û halê wan gelek perîşane.
Di wan çend rojên derbasbûyî de, didemjimêrekê de çendîn caran erd hejiyaye.
Xelkê Herêmên Gelyê Kotol, û heya digehe Herêma Kosar li Bajarê Selmasê, kes nevêre biçe nava Avahiyan, di nava Sir û Seqema Demsala Zivistanê de, neçarin li derwe û bin Naylonan bimînin.
Herwekî hemî aliyek haydare, 3 Rojan berî niha bi hegera Erdhejek bi qasê 5.7 Rîxtêr li Bakura Parêzgeha Urmiyê da ku mixabin gelek xisar bi du xwe de hiştin û Di dehan Gundan de piraniya derban û avahî herifîne.
Heya niha tu alîkariyek û hewarê de çunek ji aliyê rejîmê ve, bi xelkê lêqewmiye wê deverê nehatiye kirin, belkî tenê Gelê me yê Kurd di Bajar û deverên cuda cudaye Rojhilatê Kurdistan bi pêkanîna Kempeynan, alîkariya xelkê kom dikin û digehînine xelkê xisar berkevtî û perîşane devera Kotol.