
Erdheja Bakurê Kurdistanê bandorên xirab danîye ser welatiyan û tirsek mezin bo welatiyan çêkiriye.
Di encama erdheja 6.8 rîxterê li Bakurê Kurdistanê de, heta niha 31 kes canê xwe ji dest dane û nêzî 1650 kes jî birînddar bûne.
Erdheja ku navenda wê Svrîceya navçeya Xarpetê bû, lê li hemû gund û taxên Xarpetê û hin navçe û taxên Meletî hejand. Bi giştî li 30 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê erdhej hate hestkirin.
Welatiyên ku ji erdhejên nû ditirsin, li kolanan li ber agiran û di otombîlan de, demên xwe derbas kirin.
Hin gundên derdorên bajarê Xarpêtê, di erdheja 6.8 rîxterî de herî zêde kavil bûne û yek ji wan gundan ku xwediyê 60 xaniyan e, 40 xanî hilûşiyane û ev xaniyên din yên ku mane bikar nayên.
Xisara Erdheja Xarpêta Bakurê Kurdistanê herî zêde li gundevarên di navbera Meletî û Xarpêtê de çêbûye, bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan û herwisa bi sedan ajelên gundiyan jî telef bûn.
Rêvebiriya Rewşa Awarte û Bûyeran ya Tirkiyê (AFAD) li derheq xisarên herî dawî de ragihandiye ku, 76 avahî bi tewavî hilûşiya ne, 642 avahî jî xisarên zêde berketine û 425 avahî jî bi awayekî kêm derbe lê ketine.