Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Erdheja parêzgeha “Hormozgan”ê xisarek zêde li pey xwe anî

12:18 - 16 Çirriya paşîn 2021

Erdheja parêzgeha “Hormozgan”ê 700 miliyard Tumen xisar bi xelkê wê parêzgahê gihandiye û nêzî 3 hezar xanî û avahî rastî xisaran hatine.

Roja Yekşemî rêkevta 23ê Xezelwerê, erdhejek 6 rîxterî parêzgeha “Hormozgan”ê hejand û xisar bi 3 hezar xanî û avahiyên wê parêzgehê gihand û bû sedema canjidestdana kesek û birîndarbûna 99 kesan; herwisa  di devera “Fînî” ya ser bi wê parêzgahê de xisara 10 heta 80% gihande gundên “Rêzwan, Serze, Mezar, Zeretû, Gehere û Qutbabadî”.

Piştî erdheja destpêkî ya 6 rîxterî, erdhejek din kêmtir ji 2 xulekan bi hêza 6.4 rîxter ew parêzgeh hejand; pêka nûçeyên belavbûyî xisarek zêde bi deverê kevtiye û heta niha zêdetir ji 80 paşhej qewimîne û tevahiya wan bi hêza 4 rixterî bûne.

Pêka gotinên Parêzgarê “Hormozgan”ê, “Mêhdî Dostî”, 700 miliyard Tumen xisar gihîştiye wê parêzgahê û berqa piraniya gundên wê deverê qut bûye û bi sedema herifîna çiyayan, rêya çendîn gundan hatiye qutkirin.

Heta niha ti hevkariyek wisa bo xelkê wê deverê nehatiye dan; lewma roja derbasbûyî xelkê berketiyên erdhejê, bi sedema rewşa xirab û guhnedana karbidestên rejîmê hatine ser şeqaman û nerizayetî nîşan dan.