Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Erdhejê Bakûrê Kurdistanê hejand û nêzî 20 kesan canê xwe ji dest da

10:33 - 25 Kanûna Paşîn 2020

Erdhejek bi 6.8 pileya rîxterê çendîn bajarên Bakaûrê Kurdistanê hejand û di vê bûyerê de nêzî 20 kesan canê xwe ji dest da û nêzî 1015 kes jî hatine birîndarkirin.

Pêka nûçeyên belav bûyî, li encama erdheja bi 6.8 pileya rîxterê di Bakûrê Kurdistanê de, nêzî 20 kesan canê xwe ji dest da û herwiha 1015 kes jî hatine birîndarkirin û gelek kes jî di bin avahiyên hilûşiyayî de mane.

Di encama erdheja 6.8 pileya rîxterê ku çend parêzgehên wekî Xarpêt, Hekarî û Meletiya hejand, ku navenda wê erdhejê qezaya Sîvrîceyê bûye, û herrwisa li navenda bajarê Xarpêtê jî hejmarek ji avahiyî bi tewavî hilûşiyane.

Suleyman Soylu, Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê daye zanîn, ku li Xarpêtê 16 û li Meletiyê jî 4 kes, bi giştî 20 kesan di encama erdhejê de canê xwe ji dest dane.

Fahretîn Koca, Wezîrê Tendirustî yê Tirkiyê jî ragihand, ku nêzî 30 kes di bin avahiyên hilûşiyayî de mane û got, “Dibe ku hejmara qurbaniyan zêdetir bibe.”

Rêveberiya Rewşên Awarte (AFAD) jî diyar kir, ku di encama erdhejê de li bajarên Xarpêt, Meletî, Amed, Semsûr, Êlih, Mereş û Rihayê bi giştî 1015 kes birîndar bûne.

Her li gor zanyariyên Rêveberiya Rewşên Awarte (AFAD)ê ji bilî erdheja bi 6.8 pileya rîxterê, 11 erdhejên din jî li wê navçeyê rû dane ku pileya wan li jorî 4 rîxterê bûye.