Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara qurbaniyên erdeheja Bakûrê Kurdistanê 30 kesî derbas bû

10:55 - 26 Kanûna Paşîn 2020

Rêvebiriya Rewşa Awarte û Bûyeran ya Tirkiyê (AFAD) ragihand, ku hejmara qurbaniyên erdheja Xarpêtê ya Bakûrê Kurdistanê gihişte 30 kesan.

Rêvebiriya Rewşên Awarte û Karesatê ya Tirkiyê derbarê erdheja parêzgeha Xarpêtê û derdora vê de, amara herî dawî belav kir.

Rêvebiriya Rewşên Awarte û Karesatê (AFAD)ê ragihand, ku hejmara qurbaniyên erdhejê gihişt 30 kesan û heta niha 43 kes jî di bin kavilan de hatine rizgarkirin û di erdhejê de 1031 kes birîndar bûne û egera hindê heye hejmara kuştiyan zêdetir be jî.

Li gor lêkolînên AFADê li herêmê, ji ber erdhejê Sedan avahî herifîne û tûşî xisarê bûne.

Piştî erdhêja mezin a Xarpêtê, çend carên dine jî erdhej çêbûye, di vê werza sir û seqema zivistanê de xelik nigeran kiriye û, xelik perîşan in û nevêrin biçne nava malên xwe û li derwe dimînin.