Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Erdhejê li Efxanistanê xisarên canî û malî yên gelek zêde li pey xwe anî

12:53 - 22 Hezîran 2022

Bi sedema erdheja biqasî 6.1 rîxterî li du parêzgehên “Pektîka û Xûst”ê zêdetir ji 280 kesan canê xwe ji dest dan û zêdetir ji 500 kesên din jî birîndar bûn û ew amar dê hîn jî zêdetir bibin.

Pêka nûçeyên belavbûyî,  li demjmêrên destpêka roja Çarşemî 22`ê Hezîranê, erdheja 6.1 rîxterî di başûrê rojhilatê Efxanistanê de li 44 kîlometriya bajarê “Xûst” li du parêzgehên “Pektîk û Xûst”ê, xisarên canî û malî ên gelek zêde gihandiye xelkê wan parêzgehan û ew erdhej parêzgehên weke “Kabol, Pektiya, Loxman, Xezine û Logo”yê jî,  hejandine û li Pakistan û Hindistanê jî erdhej hatiye îhsaskirin.

Pêka gotina çavkaniyên xwecihî li devera “Giyan” li parêzgeha “Pektîka” yê, gundek bi tevahî ji nav çûye.

Pêka nûçeyên belavbûy, li devera “Argon” a girêdayî parêzgeha “Pektîka” û di devera “Sipîrî” ya girêdayî parêzgeha “Xûst” xisar gelek zêde bûne.

Amarên kuştî û birîndarên vê erdhejê bi derbasbûna dem zêdetir dibin û amara serrast a wan xisarên canî hîn jî rohn nebûye.