Erdhejeke 5.5 rîxterî bajarê “Sinxwast” li bakurê Xurasanê hejhand û 35 xaniyên welatiyan li 2 gundên girêdayê wî bajarî kawil bûn.
Roja Duşemî 17ê Gulanê, li bajarê “Sinxwast” ê girêdayê bajarê “Cacrom” li bakurê Xurasanê rastê erdhejeke bihêz a 5.5 Rîxterî hat û piştre 4 erdhejên bihêz ên din li pey hev hatin ku 50 xaniyên welatiyan li 2 gundên “Şorik” ên girêdayê bajarê “Germê” û gundê “Imaret” ê girêdayê bajarê “Cacrom”ê ji 30 heta %100 kawil bûne.
Pêka ragihandinan, ti xisareke canî li wê erhhejê de tine bûye, lê zêdetir ji 14 kesan bi awayê sivik birîndar bûne û xisarên malî bi qasekî berçav zêde ye û piraniya malên ku bi heriyê hatine çêkirin, rastî hirifîn û qelşîna dîvaran hatine.
Herwisa di wê erdhejê de zêdetirîn xisar bi gundê Germê ketiye, çendîn gundê dinê jî rastî xisaran hatine û li gundê Germê de ji 60 xaniyan 50 xanî rastî xisarê hatine.
Pêka zaniyariyan zêdetir ji 15 erdhej û paşlerz hebûne û gaza çendîn gundan qut bûye.
Herwisa hatiye ragihandin ku 7 gundên girêdayê bajarê Germê rastî xisaran hatine ku zêdetirîn xisar bi 14 xaniyên welatiyan li gundê Şorikê de ketiye.