
Kurdistanmedia: Serkomarê Tirkiyê, di çarçêveya bangeşeya hilbijartinên herêmî de, serdana bajarê “Diyarbekir”ê kir.
“Rajab Tayib Ardogan” serkomar Tirkiyê û herwisa serokê giştî yê AK Partiyê, li serdana xwe ya bo bajarê Xerpêta girêdayî Mardînê got, cihek bi navê Kurdistan tune ye.
Ev axivtinên pirupagendeyên Erdoxan yên li pêş hilbijartinên şaredariyî vê yekê nîşan dide ku, careke din pirsa Kurd li wî welatî, ji aliyê deshilatdarên tundrew ve, bi tevahî pişt guh hatiye xistin.
Serkomarê Tirkiyê, di heyama îsal de, ev çaremîn bajarê Kurdistanê ye ku serdan dike, û navbirî di vê serdana xwe ya bo bajarê Amedê got: Ewrên terorê ku li ser Diyarbekir de pêl avêtibûn, hikûmeta Turkiyê, ev bajar li vê belayê rizgar kir, û rûyî bajar jî hate guhertin.
Li gorî gotina Erdogan, rewşa ewle û pêşkeftî ya Diyarbekirê girêdayî xebata desthilata Tirkiye ye, û Şaredarên HDP piştgiriya PKK dikirin, û pere bo Qendîlê dişandin, lê Qeyîûman eyîn pere li Diyarbekirê xerc kirin.
Erdogan herweha behsa çendîn projeyên din yên desthilatê, li bajarê Diyarbekir kir, bi taybet avakirina nexweşxaneyan.