Kurdistanmedia: Wezareta Derve ya Erebistana Siûdî, di vîdiyoyekê de belavkiriye ku, rejîma Îslamî ya Îranê kiryarên terorîstî di cîhanê de encam daye û piştevanî li terorîzmê dike.
Pêka vîdiyoyekê ku Wezareta Derve ya Erebistanê belavkiriye, “Adil El-Cubeyir”, Wezîrê Şêwirmend li dewleta Siûdiyê de bas li wê dike ku, rejîma Îranê di tev cîhanê de piştevanî li terorîzmê dike.
El-Cubeyir dibêje: “Rejîma Îranê torên teror di Ewropayê de heye û kiryarê terorîstî encam dide. Herwisa kiryarên terorîstî jî di Amerîkaya başûr de encam dide”.
Wezareta Derve ya Erebistanê di vîdiyoyê de bas li terora “Dr. Qasimlo” li Vîyen û terora “Dr. Şerefkendî” li Berlîn dike.