
Rejîma Îranê ji aliyê dewleta Erebistanê ve hatiye tawanbarkirin ku bi rêya girûpên girêdayê xwe bûye gef li ser aboriya cihanê û ji aliyê din ve Spaha Quds a terorîst, bêrîziyê bi Erebistanê dike û wê nizim dizane.
Roja Sêşemî 24ê Çirriya Paşîn, dewleta Erebistanê, rejima Îranê bi desthebûn li êrîşa li ser Aramkoyê, bi tawanbar zanî û daye zanîn ku rejîma Îranê bi rêya girûpên girêdayê xwe ve yên wekî “Ensar El-Ellah”ê, şademara aboriya cîhanê xistiye bin gefê.
Herwisa “Erebistan”ê daxwaz ji civaka Cîhanî kir ku rêgirî ji rejjîma Îranê derheq bidestveanîna çeka navikî bikin û ji daxwaz “Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navikî” kir ku lêkolîn û çavdêrî li ser damezraveyên Îranê zêdetir bikin.
Fermandeyê Spaha Quds a girêdayê Spaha Pasdaran a terorîst, “Îsmaîl Qaanî”, bi gotineke dûr ji prensîpên exlaqî got: “Erebistan wekî tiştekî nizim û rezîl e û bê îradeya xwe Amerîka perê wan dibe û wê pereyê dide “tekfîriyan” û Erebistan rejîmeke nezan e ku bi hêviya Xwedê dê ji nav here”.
Rejîma Îranê bi wêjeyekî neşiyaw piraniya xelk û berpirsên welatên Erebî wek xwefiroş û kafir û ji rêderketî bi nav dike û hewlê dide bi her awayekî be di hember xwe de wan bişkêne.