Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Erebistan nahêle ku nefta di bazarê de kêm be

12:25 - 28 Îlon 2018

 Kurdistamedia: Bona verevandina nîgeraniyan li hemberî kêmbûna nefta di bazarên cîhanê de, Erebistanê ragehandiye ku nahêle bazara neftê tevlîhev be, û rêjeya berhemanîna xwe, wê zêde bike.

Paş vekirşiyana Amerîkayê ji Bercamê, û hêdî-hêdî nêzîkbûna li 13`ê Xezelwerê bo tehrîmkirina neft û gaza Îranê, egera kêmbûna neftê di abzarê de, û hevdem giranbûna vê heye, lê hewleke cidî jî heye, di navbera welatên berhemhînerên neftê, bona cubrankirina vê kêmasiyê.

Beşek ji şirovekarên bazara neftê li ser vê baweriyê ne ku di egera cîbicîkirina tehrîman li dijî Tehranê, rêjeya berhemanîna nefta Îranê dadikeve bo 500 hezra bermîlî di rojê de, ew yek jî hevsengiya bazarê têk dide, lê “CNBC”yê ragehandiye, ku Erebistan îznê nade têkçûna bazaar, û asta berhemanîna rojane ya xwe dibe serê, bi awayekî ku ew kêmasî cihê wê bê tejîkirin.

 Herd di vê çarçoveyê de malpera “Ferarû” bi piştqahîmiya bi raporekke “Blomberg” eşkere kiriye ku Erebistan şandina befta “Xûf” dest pê kiriye, ku pêştir gellek bi kêmî dikete bazarê de.

 Ew nefta curek ji nefta sivik e ku kiryarên wê di asta cîhanê de gellek in, û wisa dixûye ku du kiryarên serekî ê nefta Îranê wate Kureya Başûr û Japon pişt li Îranê bikin, û rû li kirîna vê neftê bikin.

Heman çavkaniyê bas ji vê kiriye ku Erebistan heya meha Octoberê, asta berhemanîna xwe bo 300 hezar bermîlan di rojê de zêde dike, û digehîne 10 milyon û 400 hezar bermîlî di rojê de.

Heyamekê berî niha jî Wezîrê Enirjiyê yê Amerîkayê di axavtinekê de bo nûçegihaniya “Routers”ê ragehandibû: Bi hevkariya Erebistanê û Rûsiyê, emê cubrana kêmiya nefta di bazaran de bikin, û em nahêlin ku bazaar rastî têkçûnê bê.