Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Erebistan: “Nemana dorpêça cebirxanê li ser Îran ê dê bibe sedema kawilkariyên zêdetir”

19:04 - 19 Tebax 2020

Şêvraya Wezîrên Erebistan ê, tekezî kiriye ku, nemana dorpêçên cebirxaneyî yên navnetewî li ser rejîma Îranê, dê bibe sedema kawilkariyên zêdetir.

Şêwraya Wezîran a Erebistana Seûdî, di roja Dûşemî, 18ê Tebaxê, bi rêya Vîdyokonferansekî ve, kombûna wezîran lidar xistin û yek ji wan mijarên wê kombûnê, dorpêça çek û cebirxane ya li ser rejîma Îranê bû.

Şêwraya Wezîran, li konferansa çek kirin a di “Jinev”ê de , bona dirêjkirina heyamê dorpêça cibirxane li ser rejîma Îranê, tekezî kirine ku nemana dorpêça cebirxane li ser rejîma Îran ê, çi çekên kilasîk an çekên pêşketî, dê bibe sedema wêranî û jinavbirina zêdetir.

Ji aliyekî din ve, dewleta yasayî ya “Yemen”ê, di roja Yekşemî, 16ê Tebaxê, erê nekirina biryara dubarekirina dorpêça cibirxane li ser rejîma Îranê, cihê dax û bêhivîkirina xelkê deverê, daye zanîn.

Li ser wê mijarê, Wezîrê Gihandina Zaniyariyan yê “Yemen”ê, “Muemmer Elriyanî”, di daxuyaniyekê de, daxwaz ji civaka navnetewî û welatên beşdar yên di “Şêvraya Tenahî”yê de kiriye ku erkên xwe bi rê ve bibin û cehdên xwe bona parastina tenahî û aşitiya navnetewî bêxne kari.

Piraniya welatên devera Rohjilata Nawîn, ku ji cehdên terorîstên rejîma Îranê û destêverdanên di nawa wan welatan de wêzar bûne, di hemberî redkirina wê biryarnameya “Şêvraya Tenahî”yê, nerizayetiya xwe nîşan dane û daxwaziya dubarekirina dorpêça cibirxane ya li ser rejîma Îranê kirine.