Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Erebistan û Îsraîl lihevhatinek ewlehî erê kirin

12:18 - 3 Hezîran 2022

Pêka nûçeyên belavbûyî, Îsraîl û Erebistan lihevhatinek girîng erê kirine û pêka vê lihevhatinê, esmanê Erebistanê bi ser balafirên şer ên Îsraîlê de tê vekirin.

Pêka nûçeya ku rojnameya “The Jerusalam Post” a ser bi Îsraîlê belav kiriye, Îsraîl û Erebistan hihevhatinek erê kirine ku pêka vê lihevhatinê, balafirên şer ên Îsraîlê dikarin bê hebûna ti pirsgirêkekê li ser esmanê wî welatî de bigerin û bo cîbicîkirina armancên xwe bikar bînin.

Ev biryara Îsraîl û Erebistanê di halekê de ye ku Serokwezîrê Îsraîl “Yair Lapid”, gef li Îranê xwaribû ku ger rejîma Îranê şer bikêşe sînorê Îsraîlê, di hember de Îsraîl jî, dê şer bikêşe nav dilê Îranê de”.

Herwisa “Yair Lapid” gotiye: “Bo vê ku Îsraîl alxahîn be, Îran nebe welatek navkî û dê her karek hewce li dijî vê yekê bê kirin.”

Pêka gotina damezraweya “Zanist û Ewlehiya Navnetewî” ya bi navê “ISIS”, rejîma Îranê asta meyandina Uraniyomê gihandiye astekê ku dikare di 6 mehan de Uraniyoma hewce bo çêkirina 5 bombên navkî berhem bîne.

Lihevhatina Îsraîl û Erebistanê dikare bibe sedema vê ku ew welate bi hêsanî esmanê Erebistanê li dijî binkeyên navkî yên rejîma Îranê bikar bîne.