
Erebistanê, vîza bi hey`eta rejîma Îranê re bo beşdarîkirin li kombûna Saziya Hevkarî ya Îslamî neda.
Pêka nûçeyên belavbûyî, roja Duşem, 14`ê Rêbendan, li bajarê “Cedde” a welatê Erebistanê, kombûnek di asta Wezîrên Derve yên endamên Komîteya Birêveberî ya Saziya Hevkarî ya Îslamî birêve diçe.
Ew kombûne li ser “Peymana Sedsal” a Amerîkayê tê lidarxistin, li ser wê mijarê, Berdevkê Wezareta Derve a rejîma Îranê, Ebas Mûsewî gotî ye, ku Erebistanê bi hey`eta Îranê re vîza neda ye.
Hey`eta rejîma Îranê ku bi berpirsayetiya cihgirê Wezîrê Derve yê Îranê, “Husên Cabirî Ensarî”, bi armanca beşdarîkirin di wê kombûnê de pêkhatibû, ji aliyê Erebistanê ve, vîza bi wan re nehatiye dan.
Herwisa di sala derbasbûyî de jî, Erbistanê bi nûnerên rejîma Îranê re bona beşdarîkirin li civîna Saziya Alîkariya Îslamî vîza neda bûn.
Rejîma Îranê “Peymana Sedsal” bi “Îxaneta Sedsal” li derheqê “mafê xelkê Filistîn û Ommeta Îslamî” dizane û wê bi “Gemar” navdêr dike.
Di wê derheqê de, Wezareta Derve a Erbistanê, ji hewlên dewleta “Donal Tramp” bo pêşvebirina plana aşitî di navbera Filistîn û Îsra`îlê de, pêzanîna xwe daye xuya û spasiya wan kiriye.
Erebistan, Îmarat û Mîrnişînên din yên kendavê, daxwaz dikin ku Filistîn xwe ji danûsitandin li wê planê neparêz e.