Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Erebistanê topbarana axa Îraqê ji aliyê Îranê ve mehkûm kir

12:02 - 19 Hezîran 2020

Roja 18 ê Hezîranê wezareta derve ya Erebistana Se`udî topbaran û bombebarana Axa Herêma Kurdistana Îraqê ji aliyê Îran û Tirkiyê ve, peretesto kir û ragihand ewa ku Tirkiye û Îran dikin, binpêkirina eşkereye serweriya Axa Îraq û Herêma Kurdistanê ye.

Gorî rapora nûçegihaniya fermiye erebistanê (Was) Wezareta derve ya Erebistanê, bi dana daxûyaniyekê, kiryarên tedexulaneye Rejîma Îranê û Tirkiyê, binpêkirina serweriya Axa Îraqê ye û divê bilez wan destêverdan û êrişên xwe rawestînin.

Di daxûyaniya Wezareta Derve ya Erebistanê de bi eşkere tekesî hatiye kirin ku Hikumeta Erebistanê amadeye bona parastina tenahî û serweriya Axa Îraqê, piştîwaniyê ji wî welatî bike û bona her rûbirûbûnekê, ber kêlega wî welatî bisekine.