Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrîş li ser karbidest û berpirsên rejîmê di seranserê Îranê de zêde bûye

16:54 - 26 Çirriya pêşîn 2021

Di bajarê Tehran û bajarê Gulmortî ya navenda şaristana Delganê li parêzgeha Sîstan û Belûşistanê êrîşî ser karbidestên rejîma Îranê kirine û êrîşên wiha di Îranê de zêdetir dibin.

Şeva derbasbîyî li ser berpirsê besîca Zanîngeha Zanistên Pizîşkiya Tehranê, “Rizazade” êrîş hatiye kirin û pêka nûçeyên belavbûyî, 2 ajotvanên motorsîkletan di rêya xevtingeha wê zanîngehê de, êrîşî li ser wî karbidestê rejîmê kirine lê ji hûrdekariyên wê êrîşê heta niha zaniyariyeke zêdetir belav nebûye.

Di wê derheqê binav nûnerê Meclîsa rejîma Îranê “Tewanger” tevî pişrastkirina wê êrîşê ji hêzên întizamî û îtila`atê daxwaz kiriye ku li pey wê mijarê bikevin.

Herwisa li bajarê Gulmortî ya navenda şaristana Delganê piledarekî hêza întizamiya rejîma Îranê ji aliyê kesên nenaskirî ve hate kuştin û 3 karbidestên întizamî yên rejîma Îranê jî birîndar kirine û hêza întizamiya rejîma Îranê di bajarê Gulmortiyê de îdia kiriye ku 2 kes ji êrîşkeran kuştine.

Zulm û zordariya rejîma Îranê û bêdadiya hêzên serkutker ên wê rejîmê gihîştiye astekê ku êdî xelk li hember wan radiwestin û bi çek û hêz berevaniyê ji xwe û kerameta miroviya xwe dikin.