
Kurdistanmedia: Êrîşa Amerîkayê li ser binkeyên girûpên Îraqî yên girêdayê rejîma Îranê, û bertek nîşandana berpirsên paye bilind ên rejîma Îranê di vê derheqê de.
Roja Înê 6`ê Befranbarê, Binkeyeke leşkerî ji aliyê hinek ji girûpên çekdar ve hate bombebarankirin, û di encamê vê êrîşê de peymankarekî Amerîkayê hate kuştin, û Amerîkayê jî, tenê hêla şevek li ser vê êrîşê re derbas bibe û bi awayekî tun bersiv da.
Piştî lêkolîna Amerîkayê di vê derheqê de, Amerîkayê Heşda Şeibî berpirsyarê vê êrîşê zanî û di 8`ê Befranbara 1398`an de, bi balafirên F15 ve 5 binkeyên leşkerî yên girûpên Heşda Şeibî bombebaran kirin, û di encamê de, 25 çekdarên wî Saziyê hatine kuştin û 55 kes jî hatine birîndarkirin.
Piştê vê êrîşa Amerîkayê, roja Sêşemî 10`ê Befranbarê, alîgir û çekdarên Heşda Şeibî êrîş kirine ser baylozxaneya Amerîkayê.
Her bi vê sedemê jî, roja Çarşemî 11`ê Befranbarê, Baylozê Amerîkayê di Bexdayê de daye zanîn, bi sedema êrîşa çekdarên Heşda Şeibî û alîgirên rejîma Îranê, li ser baylozxaneya Amerîka di Bexdayê de, ku deriyê baylozxanê şewitandine û kamêra şkandine, emê tev çalakiyên xwe yên baylozxanê heya dema hewce bisekînin.
Ji aliyek din ve jî, serkomarê Amerîkayê, Donald Tiramp, bi weşana tiwîtekê wiha got: “Rejîma Îranê peymankarekî Amerîkayê kuşt û çend kesên din jî birîndar kir, me jî bersivekî bihêz da wan, û emê hemû demekê bersiva wan bidin. Û rejîma Îranê niha jî mijûlê rêkxistina êrîş bo ser bayloxaneya Amerîkayê ye.
Rêberê rejîma Îranê, Elî Xamineyî jî bi bertek nîşandan wiha got: “Amerîka toleya DAÎŞê ji Heşda Şeibî hildide.”
Navbirî mudaxilekirina çekdarên rejîmê li derheq êrîşa li ser bayloxaneya Amerîkayê di Bexdayê de erê nekir û got, “Berpirsên Amerîkayê “qeletiyan dikin” ku wê êrîşê dixine stuyê Îranê.
Axavtinê rêberê rejîmê di halekê de ye ku, di nav wan kesên ku êrîş kirine li ser baylozxaneya Amerîkayê, alîgirên rejîmê jî têde hene, û hin girûpên çekdar jî têde hene ku girêdayî rejîma Îranê ne.
Ji aliyek din ve jî, Wezareta Derve a Almaniya, Feranse û Birîtaniyayê, êrîşa li ser baylozxaneya Amerîkayê şermezar kirin.
Herwisa Wezareta Karûbarê Derve a Amerîkayê, roja Çarşemî 11`ê Befranbarê, daxwaz ji xelkê Amerîkayê kir, ku bi sedema terorîzm, revandina mirovan û şerê çekdarî, serdana Îraqê nekin.