Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrîşa DAÎŞê ya li bajarê Kifrî pêşmergeyek şehîd bû

12:46 - 12 Gulan 2021

Demjimêr 10`ê şevê çekdarên DAÎŞê li ser sînorê “Gullale” êrîşî ser deverên di bin kontrola hêzên “Heşda Şeibî” kirine û li gundê “Omerbilî”yê jî bi çeka Qenasê teqe li çepereke lîwaya 116 a Hêza Pêşmerge kirine ku pêşmergeyek şehîd bû.

Di encama wê êrîşê de pêşmergeyek lîwaya 116 a Hêza Pêşmerge yê bi navê “Muhsin Husên” bi giranî hate birîndarkirin û piştre bi sedema kûrajiya birîna xwe canê xwe ji dest da.