Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrîşa Esmanî ya Hêzên Îsraîlê bo ser Sûriyê kuştî û birîndar li pey xwe anîn

12:33 - 14 Çirriya pêşîn 2021

Girûpeke çavedêrî li ser rewşa Sûriyê ragihandiye ku şeva derbasbûyî li encama êrîşa esmanî ya Îsraîlê bo ser Sûriyê, 4 kes hatine kuştin û 7 kes jî birîndar bûne.

Girûpa Çavedêriya mafê Mirovî ya Sûriyê di wê derheqê de ragihandiye ku çekdarekî ertêşa Sûriyê û 3 kesên din ên girêdayê rejîma Îranê hatine kuştin û li nav wan kesên ku birîndar bûne 3 kes endamê hêzên çekdar ên ertêşa Sûriyê ne.

Îsraîlê di wê êrîşê de bûrceke pêwendiyê li nêzî binkeya esmaniya “T4” û çend cihên dinê ku milîsên girêdayê rejîma Îranê têde dimînin, kirine armanca wê êrîşê.

Yek ji wan kesên ku di vê êrîşa esmanî de hatiye kuştinê, xelkê Sûriyê ye lê nasnameya wan 3 kesên girêdayê rejîma Îranê nehatine ragihandin.

Herwisa di heftiya derbasbûyî de li encama êrîşa mûşekî ya Îsraîlê bo ser Sûriyê, 2 milîsên girêdayê rejîma Îranê hatibûne kuştin.