Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrîşa esmaniye Îsraîl bo ser girûpên girêdayî bi rejîma Îranê li Sûriyê de

11:59 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2021

Jêderên Sûrî eşkere kirin ku Firokên şerkere îsraîl, êrîş kirine ser binkên leşkeriye Hizbullaha Lubnanê di nava Sûriyê de.

Şewa Pêncşemî 22 yê Tîrmeha 2021 an,Firokên şerkere Îsraîl aliyê kêm 5 caran êrîş kirine ser binkên leşkeriyê girûpên girêdayî bi rejîma Îranê li parêzgeha “Hums” a Sûriyê.

Gorî rapora zêrevaniya mafê mirove Sûriyê, di wê êrîşê de, xisarekî mezin giheştiye wan milîsan.

Firokên Îsraîlî êrîşî herêmekê kirine ku ev herêm anku parêzgeha “Hums” li jêr kontirol û parastina hêzên Rûsiyê de ye û Firokexana leşkeriye “El Zeb`e” û “El Qesîr” cihê mana hêzên leşkeriye Rûsiyê li herêmên girêdayî bi Humsê de ne.

Êrîşa Firokên şerkere Îsraîl bo ser girûpên girêdayî bi rejîma Îranê li herêmeke Sûriyê de ku li jêr kontirola Rûsiyê de ye, nîşana rizamendî û dana çira keska Rûsiya hevpeymanê Îranê bi Îsraîle, û li hember wê êrîşê de heya niha Rûsiyê tu bertekek tunebûye.

Şewa Çwarşemiyê jî Amerîka êrîşekî Mûşekî kiribû ser çendîn binkeyên girûpên girêdayî bi rejîma Îranê li parêzgeha Helebê û xisarekî mezin gihandibû wan û dehan kes ji milîsên Îranê hatibûne kuştin û birîndarkirin.

Bi sedema wan êrîşên Îsraîl bo ser hêzên rejîma Îranê di nava Sûriyê, di heyamê wan çend salên derbasbûyî de, hezaran kes ji hêzên rejîma Îranê û milîsên girêdayî bi wê hatine kuştin, lê rejîma Îranê bas nake û xwe bêdengiyê dayê.