Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrîşa esmnî a balafirên nenaskirî bo ser binkeyên Hizbulaha Îraqê

10:41 - 24 Kanûna Paşîn 2020

Li êrîşeke esmanî a balfirên nenaskirî li ser binkeyên çakdarên Hizbullaha Îraqê li ser sînorê Îraq û Sûriyê, fermandeyeke Hizbullaha Îraqê hate kuştin û çendîn çakdar jî hatine birîndarkirin.

Pêka nûçeya ku malpera “Alarabiya”yê belav kiriye, şeva Pêncşemî 3`ê Rêbendan, balafirên nenaskirî binkeyên Hizbullaha Îraqê a girêdayî rejîma Îranê, li devera EL-Qaim, li ser sînorê Îraq û Sûriye kirine armancê xwe.

Di malpera “Alarabiya”yê de hatiye ku, balafirên nenaskirî 3 caran binkeyên Hizbullaha Îraqê bombebaran kirine.

Di vê êeîşê de fermandeyeke çekdarên Hizbullahê hatiye kuştin û çend çekdar jî hatine birîndarkirin.

Girûpa çekdar a Hizbullaha Îraqê, girêdayê Spaha Pasdaran a rejîma Îranê ye, di îsal de heya niha çendîn caran binkeyên wî girûpê ji aliyê balafirên nenaskirî ve hatine bombebarankirin.

Di 8`ê Befranbara Îsal de jî, Amerîkayê di êrîşeke esmanî de, binkeyên Hizbulaha Îraqê ya girêdayê rejîma Îranê di Îraqê de kire armancê balafirê xwe, û di encamê de 41 çekdarên girêdayê rejîma Îranê û 25 çekdarên Hizbullahê jî hatine kuştin.