
Kurdistanmedia: Kirêkarên şirketa “Azer Ab” a bajarê” Erak”ê, di Roja Yekşemî, 28`ê Rezberê, dîsan berdewam bûn li ser kombûnên nerazîbûnê, kevtne ber êrişa hêzên rejîmê.
Li gorî nûça gihîştî bi malpera “Kurdistanmedia”ê, kirêkarên şirketa “ Azer Ab”a bajarê” Erak”ê, bi girtina rêka Qetarê a bakûr-başûr, nerazîbûna xwe hember nedana Hiquqê nedayîe xwe nîşandan.
Hiquqê 2 Mehên wan kirêkaran nehatiye danê û ev kombûna nerazîbûnê her berdewame û kirêkar daxwaz dikin ku berpirsê şirketa “ Azer Ab”, ser kar bê derxistinê.
Hewceyî amajêye ku ewa cara 2`ê ye ku kirêkarên wê şirketê, kombûna nerazîbûnê li ser rêya qetara bakûr-başûr, bi rêwe dibin.
Bi êrişa hêzên tepeserkare rejîmê bo ser wan xwenîşanderan, 40 kes ji wan hatine desteserkirinê, û rêjîma gendel, di cihê dana bersiva daxwaziyên wan , bi gaza bîber û kevirbaranan, bersiva wan Kirêkarên zehmetkêş daye.
Komara Islamiya Îranê bi tepeser kirin û paşvekêşiya xwenîşanderan, hartir dibe û wan tundtir tepeser dike.