Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrîşa Hûsiyên Yemenê bo ser balafirxaneya navdewletî a Erebistana Siûdî

12:48 - 11 Şibat 2021

Roja Çarşemî 22`ê Rêbendanê, Hûsiyên Yemenê êrîş kirine ser balafirxaneya navdewletî a Erebistana Siûdî ku di encamê de çend balafir hatine şewitandin.

Telveziyona “El-Xeberiye” a ser bi Erebistana Siûdî daye zanîn ku “Hûsiyên Yemenê balafirxaneya navdeweltî a “Ebha”yê a Erebistanê kiriye armanc û di vê êrîşê de balafirek di balafirxaneyê de hatiye şewitandin, lê zû ji aliyê navendên agirkuj ve hatiye temirandin”.
 
Her di vê derheqê de Wezareta Derve a Amerîkayê ew êrîşa Hûsiyê Yemenê bo ser balafirxaneya navdewletî a Erebistana Siûdî şermezar kir.
 
Wezareta Derve a Amerîkayê ragehandiye: “Em hemû êrîşên terorîstî bo ser Erebistana Siûdî şermezar dikin û niha dema rawestandina wan êrîşan e û em li tenîşt hevpeymanên xwe li deverê û nemaze Siûdiyayê ne”.