Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrîşa Îsraîl bo ser binkê Hemasê li Newara Xezê

18:15 - 24 Tebax 2021

Artêşa Îsraîl bi 5 mûşekan êrîş kire ser binkê Qadisiye a Hemasê li Newara Xezê û xisarekî mezin gehandiyê.

Gorî rapora El Erebiye serê şefeqa îro Sêşemiyê Artêşa Îsraîl bi 5 mûşekan binkê Qadisiye a Hemasê li Xan Yûnisa ser Newara Xezê, kire emanca xwe, û hevdem bi firokan jî êrîş kire ser bajarê Xezê.

Herwisa nûçegihaniyan ragihandin ku firokên şerkere Îsraîl êrîş kirine ser bajêrokê Hey el Zeytun li rojhilata Xezê û bajêrokê El Şucaîye.

Firokên Îsraîlî herwisa bombên ronahîkirinê bi ser Sofa û Refehê de barandine.

Girûpên Felistînî jî bi pedafenda esmanî bersiva êrîşa Îsraîl dane.

Nûçegihaniyên Îsraîlî êrîşa bo ser Newara Xezê piştrast kirin, û ragihandin ku Îsraîl li bersiva êrîşa Felistîniyan de, ev êrîş encam dane.

Hate ragihandin ku bi sedema wan êrîşên Mûşekî û esmaniye Îsraîl bo ser Newara Xezê, aliyê kêm 10 Felistînî birîndar bûne û gelek xisra geheştite binkên Hemasê.