
Îsra`îl navenda Oparasyona Sipaha terorîste Pastaran di nava axa Sûriyê de kire emanca Mûşekan û gorî rapora zêrevaniya mafê mirove Sûriyê, fermande yekî pile bilinde Sipahê di vê êrîşê de hatiye kuştin.
Şewa Duşemî 20 ê Tîrmeha 2020 an, Îsra`îl Oda emelyata hevpare Sipaha terorîste Pastaran û Hizbullah ê, da ber êrîşa mûşekî û cebirxane û gelek mûşekên ku taze ji Tehranê ve bo vê navendê hatibûne veguhastin, bi temamî ji nav çun.
Ev navend û Odeya Sipaha terorîst, li herêma başûra Demişq a paytextê Sûriyê bû.
Gorî zaniyariyên ku ji aliyê zêrevaniya mafê mirove sûriyê ve hatine belav kirin, dema wê êrîşa Mûşekî de, Pastarê terorîst Emîrelî Hacîzade tewî timekî 4 kesiye pastaran, livê bûne, û gorî nûçeyan yêk ji wan pastaran ku tête gotin fermande yekî paye bilinde, hatiye kuştin.
Rejîma Bişar Esed ev êrîş piştrast kir, ewajî di demekê deye ku rejîma Îranê û Sipaha terorîste Pastaran heya niha xwe mat kirine û tu caran basê wan derbên mezin nakin ku di nava Sûriyê de ji aliyê Îsra`îl ji van dikeve.