Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrîşa mûşekî ya Îsraîlê li ser enbara çekan li balafirgeha Demişqê

11:32 - 16 Îlon 2018

Kurdistanmedia: Rejîma Sûriyê ragehand ku Îsraîlê êrîş kiriye ser balafirgeha Demişqê û wan jî bersiva vê êrîşê daye.

Nûçegihaniyên rejîma Sûriyê ji zimanê çavkaniyên leşkerî ên vî welatî ve tevî belavkirina dîmen û vîdyoyekê ji dema teqînê ragehandin: Sûriyê kariye çend mûşekên Îsraîlê têk bibe, lê tu hûrdekariyek di vê derheqê de belav nekir ku gelo xisarên wê ên canî hebûne yan na.

Nûçegihanê nûçegihaniya Franspress jî ragehand ku dengê teqîneke bihêz di Demişqê de hatiye bihîstin, ku piştre dengê teqînên din jî hatine bihîstin.

Ramî Ebdulrehman birêveberê Saziya Çavedêr ya Mafê Mirovan jî ragehand ku ew êrîşa mûşekî li dijî enbareke çekan li nêzî balafirgeha Demişqê bûye, ku çekên Îranê û yên Hizbullaha Lubnanê tê de dihatin ragirtin.

Îsraîlê berî niha di meha Îlonê de bû, ku êrîşa esmanî û mûşekî li ser xaka Sûriyê piştrast kiribû, û ragehandibû ku di 18 mehên borî de 200 caran binkeyên di nava xaka vî welatî de, kiriye armanc, ku piraniya wan armancên Îranî bûne.

 Rejîma Îranê di çarçoveya destêwerdanên xwe di nava karûbarên welatên din de gellek çalak e, û berdewam piştgiriya terorîstan û girupên tundrê dike, da ku bi vî rengî bala bîr û raya giştî bikêşe ser kêşeyên di welatên din de, û vê siyasteê di berjewendiya xwe û deshilata xwe de dibîne.

Lê her ew siyaseta wan bûye sedema vê ku niha ew bikevin bin zext û givaşeke bêqas ya Amerîkayê û hevalbendên wê de, û bala cîhanê jî li ser rewşa xirab ya siyaî û aborî ya wî welatî be.