Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrîşa rakêtî li ser binkeya “EL-Beled” ya hêzên Amerîkayê

12:04 - 19 Nîsan 2021

Binkeya hewayî ya “EL-Beled” ku leşkerên Amerîkayê tê de ne, şeva Yekşemî 29`ê Xakelêweyê bû bi armanca rakêtan û di encama wê êrîşê de du peymankarên bîhanî û sê leşkerên Îraqî hatine birîndarkirin.

Pêka nûçeyên belavbûyî, du ji wan rakêtane bi xevtingeh û ristûrana kempa Amerîkayiyan kevtine.

Heta niha ti girûpeke çekdar ev êrîşe negirtiye stuyê xwe, lê hin raporan dane zanîn ku Amerîka girûpên çekdar yên ser bi rejîma Îranê sebebkarê wan êrîşan dizane.

Binkeya “El Beled” cihê cihgirbûna F-16 û çendîn şirketên nûjenkarî digel karkerên Îraqî û bîhanî ye.

Ji dema hatina serkar a “Joe Biden” wekî Sertkomarê Amerîkayê, heta niha di Îraqê de 20 êrîş bi rakêt an jî bombe li dijî hêzên Amerîkayê hatine kirin û di encama wan êrîşan de du hevwelatiyên Amerîkayî û Îraqiyek hatiye kuştin.