Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

êrîşa rejîmê bo ser Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê

17:36 - 18 Nîsan 2019

Kurdistanmedia: Malperên girêdaiy rejîma Îranê derheq yekgirtîbûna Kurd nîgeranin û êrîşî ser Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistanê kirine.

Rejîma Komara Îslamî a Îranê, derheq yekigiritîbûna Kurd nîgeraniya xwe nîşan daye û malperên girêdaiy wezareta îtila`atê, êrîşî ser Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistanê kirine û li vê rê hewl dane da ku Partiyên Kurdistana Îranê tohmetbar bikin.

Navenda Hevkariyê ya Partiyên Rojhilata Kurdistanê li ser îradeya hevpar a Partiyên Rojhilat pêk hatiye û bi mifah verigirtin li hizra hevpar li pêxema bi destveanîna yekrîziya kiryar û xebata xelkê Kurd di Rojhilata Kurdistanê de, kar dike.

Pêk anîna Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê, hevahengiyek encam dabe bo kar li pêxema bidestveanîna armancên hevpar yên partiyên Rojhilatiyan, ku li pêxema bi destveanîna mafê neteweya gelê Kurd di Rojhilata Kurdistanê de, kar dikin.

Her di destpêka pêkhatina vê Navendê heya niha, rejîma Komara Îslamî derheq  yekdengî û yekarmanc bûna van partiyan dij kiryarên coda nîşan daye û gellek bangeşeyên nerast di vê derheqê de belav kirine.

Rêkefta 19`ê Befranbara 1396`an, piştî birêveçûna çend civînên du alî û çend alî, biryara pêkanîna navendek bi navê Rêkixistna Hevkariyê di navbera partiyan de li roja 30`ê Befranbara 1396`an, vê navendê hebûna xwe ragehand û bi awayekî fermî dest bi karê xwe kiriye.