Dengê Girmîn û hirmîna Balafirên şer û Mûşekan û peşqelê Agir û Asin û bêhna Barûtê, esmanê Ukraynê tejî kiriye, û bi hegera êrîşa rûsiyê tirajîdiyayekî mirovî diqewime.
Serê sibêdehiya Pêşncşemiyê ku Rûsiyê bi fermana Potîn êrîşa Esmanî û Vejayî kire ser Ukraynê, dehan bajarên mezin bi tundî bûne armanca êrîşê û hatine bombaran kirin û kevtine ber êrîşa mûşekê Balêstîke Rûsiyê.
Bi sedema êrîşa Rûsiyê dehan binkeyên serbaziye Ukraynê kevtine ber êrîşê û hatine jinav birin.
Bajarên mezine Ukraynê bi Balafirên şer têne bomedûman kirin ku heya niha sedan kes ji xelkê sivîl hatine kuştin û birîndar kirin.
Vizegehên Berqê û Şevatê û Pire û û Radio û Televîzyon hatine jinav birin.
Sedan hezar kes terka mal û halê xwe dane û perîşan û mişextî bûne.
“Kî êf”a Paytextê Ukraynê berdewam wan 2 rojan de armanca Bombaran û Mûşekên Balêstîk bûye, û heya dema amade kirina wê Nûçeyê, êrîşa Rûsiyê ji Erd û Esman û Behrê ve bo ser Ukraynê berdewame, Gorî zaniyariya heya niha çendîn bajar û dewerên Ukraynê ji aliyê hêzên Rûsiyê ve hatine dagîrkirin.
Serkomarê Ukraynê ragihand ku bi hegera êrîşa Rûsiyê, gelek xisarên mezin geheştine Ukraynê.
Serkomarê Ukraynê ji bêhelwêstî û bêdengiya Amerîka û Ewropa û Natoyê li hember Rûsiyê de gelek acîze û dibêje ku em tenê hêlane, lê berdewam wekî kesekî cesûr wêrekiyê dide ber xelkê Ukraynê û dibêje emê berxwedaniyê bikin û serkevin.
Hêzên Artêşa Ukraynê heya niha çendîn Balafirên herî pêşkevtiye Rûsiyê xistine xwarê.
Ukraynê ragihand ku Rûsiye cehdê dike ku bikare Vizegeha Navokiye Çêrnobîlê bigre.
Rûsiyê ragihand ku di wan 2 rojan de em geheştine armanca xwe, lê eşkere nekir kanê ev armanc çiye.