Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrîşa Rûsiyê bo ser Ukraynê zêdetir ji 30 roj e ku berdewam e

17:36 - 26 Adar 2022

Êrîşa Rûsiyê bo ser Ukraynê di halekê de ji 30 rojan derbasdibe ku tevî negihîştin bi ti encamekê û tevî hewlên dîlomasiyê, nigeraniyên li derheq dirêjbûna wî şerî zêdetir bûye.

Bi sedema şer di Ukraynê de heta niha zêdetir ji 10 milyon kes ji xelkê Ukraynê aware bûne û zêdetir ji 4 milyon kesan ku piraniya wan jin û zarok in, neçar mane welatê xwe bi cih bihêlin.

Berpirsên Ukraynê li roja Înî, 15ê Adarê, ragihandine ku di heftiya derbasbûyî de êrîşa esmanî ya hêzên Rûsiyê bo ser salona şano li bajarê “Mariyopol”ê ku xelkê sivîl bo parastina canê xwe rû bi wî cihî kiribûn, nêzî 300 kes ji wan hatine kuştin.

Rêkxirava Cihaniya Tendirustiyê bas ji vê yekê kiriye ku ji destpêka êrîşa Rûsiyê bo ser Ukraynê ve, zêdetir ji 70 êrîşên cuda bo ser nexweşxane, ambolans û pizîşkan hatine kirin û amarên wan êrîşan roj bi roj zêdetir dibin.

Hêzên Rûsiyê ber bi paytexta Ukraynê ve pêşreviyê dikin, herwisa li bajarê “Êrpîn”ê şer û pevçûnek giran heye.

Wezareta Berevaniya Rûsiyê di roja Înî 25ê Adarê de ragihandibû ku qonaxa yekem a operasiyonên leşkerî ya wî welatî li Ukraynê gihîştiye encamê û bas ji vê yekê kiriye ku hêzên wî welatî pêdegirî û bala xwe dane devera “Donbasî ya Rojhilat”.

Serkomarê Ukranê “Volodymyr Zelenskyy” gotiye ku derbek giran bi hêzên Rûsiyê xistine û di peyameke vîdiyoyî de bas ji vê yekê kiriye ku Wezîrê Bervaniya Rûsiyê bêserûşûn bûye.

Herwisa “Volodymyr Zelenskyy” ragihandiye ku heta niha 16 hezar serbazên Rûsiyê  hatine kuştin, lê Wezareta Berevaniya Rûsiyê di duhemîn daxuyaniya xwe de ragihand ku hezar û 351 serbazên Rûsiyê hatine kuştin.