Balafirên şerker yên ser bi hevpeymaniyên deverê bi rêberayetiya “Erebistan”ê enbar û cebilxaneyên ser bi rejîma Îranê û çekdarên “Hûsiyan” li “Yemen”ê kirine armanc.
Pêka girte vîdyoyên belav bûyî, şeva Çarşemî 22ê Kanûna Pêşîn, cebilxane û enbarên mûşek û dironên ser bi rejîma Îranê û çekdarên “Hûsiyan” li bajarê “Senia” yê paytexta “Yemen”ê ji aliyê hevpeymanên deverê ve bi rêberayetiya “Erebistan”ê bûn bi armanca êrîşên esmanî.
Di encama wê êrîşê de 5 enbarê mûşek û dironên ser bi rejîma Îranê û çekdarên “Hûsiyan” hatine teqandin.
Her di vê derheqê de roja Sêşemî 21ê Kanûna Pêşîn Serokwezîrê “Yemen”ê “Muîn Ebdulmalik” di hevdîtin digel balyozên 5 welatên endamê Şêwreya Ewlehiya Saziya Navnetewî de got: “Çekdarên Hûsiyan ku rejîma Îranê piştevanê wan e ti îradeyek bo aştiyê nîne û ti car aştî bijardeya wan nebûye û bi ew kiryarên xwe welatê “Yemen”ê kirine binkeyek mezin a leşkerî”.
Herwisa berê jî nûnerê taybet yê “Amerîka”yê di kar û barên “Yemen”ê de bas ji mudaxila Îranê di “Yemen”ê de kir û gotibû: “Piştevaniya Îranê ji Hûsiyan bûye sedema nemana aştiyê di wî welatî de”.