Kurdistanmedia: Balafir bê Pîlot ên Îsra`îlê binkeyên Spaha pasdaran a terorîs û girûpên girêdayî Sipaha Pasdaran, li her derî dikine armancên xwe.
Balafirên bê pîlot ên artêşa Îsra`îlê, berdewam di Îraq û Sûriyê de Spaha Pasdaran a terorîst dikine armancên xwe û ji nav dibin.
Şeva derbasbûyî balafirên Îsra`îlê, 2 maşînên tîpa 45 ya Hizbulaha Îraqê ku pareke ji Heşda Şe’ibî ye, ku hilgirê fermanderên Heşda şe’ibî û pehbadên Spaha Pastaran a terorîst bû, li nêzîkî bajarê Qa’êm li ser sînorê Îraq û Sûriyê kirine armancên xwe û ji nav birin.
Ew êrîşa balafirên bê pîlot ên Îsra`îlê çend demjimêran piştî êrîşa bo ser binkeyeke din a Spahê li Eqreba a Sûriyê hate encampdan.
Li wê êrîşa bo ser tîpa 45 ya Heşda Şe`ibî, hate ragihandin ku fermandê wê tîpê digel 5 kesên din hatine kuştin.