Îsraîlê di êrîşek esmanî de li ser devera “Hums”ê çend kes kuştine û hejmarek birîndar kirine.
Nûçegihaniya “Sana” a ser bi rejîma Sûriyê belav kiriye, li êrîşa esmanî ya Îraîlê li ser parêzgeha “Hums”ê 6 leşkerên arteşa Sûriyê û kesekî medenî hatine birîndar kirin û 2 kesên medenî û leşkerekî arteşa Sûriyê hatine kuştin û xisarek zêde bi deverê xistiye.
Di detpêka şerê hundir yê “Sûriyê” de ji sala 2011an heta niha girûpên çekdar yên wekî “Hizbullaha Lunban”ê û terorîstên “Spaha Pasdaran” û… girûpên din ên girêdaylê rejîma Îranê di wî welatî de cihgîr bûne û “Îsraîl” vê yekê wekî metirsiyek bo ser xwe dizane, lewma ji destpêka sala 2020an ve heta niha nêzî 50 caran êrîşên esmanî ser “Sûriyê” kirine û di meha derbasbûyî de jî 8 caran êrîşî li ser binkeyên girûpên çekdar ên ser bi rejîma Îranê kirine.
Îsraîl di wan çend salên dawiyê de binke û bargehên leşkerî ên girêdayê rejîma Îranê li Sûriyê bi micidî bombebaran kiriye lê li derheq wan êrîşên esmanî ku di Sûriyê de dike ti zaniyarioyekê belav nake.