Pêka raporên medyayî ên Îraqê, şeva Pênçişemî, 13`ê Kanûna Paşîn, çavkaniyên ewlehiyê yên Îraqê raginandin ku, balyozixaneya Amerîkayê li Bexdayê, rastî êrîşa sê roketan hatiye.
Navenda Agahiyên Ewlekariyê ya Îraqê ragihand li navçeya El-Dor ya Bexdayê, sê roket bo êrîşa li ser balyozxaneya Amerîkayê hatine avêtin û di encamê de jî, pergala parastinê ya “Sîram” a Amerîkayê, du roket jinav birin û ya sêyem jî, li avahiya El-Qadisiye ket ku, bo bi sedema birîndarbûna jin û zarokekî.
Herwisa balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê di bersiva vê êrîşa terorîsît de got: Ev êrîşa netenê lidjî binkeya dîplomatîke belkû, desthilatdariya Îraqê jî dike armanc.
Berhem Salih, serkomarê Îraqê jî, ev êrîşên li djî nûnertiyên dîplomatîk yên di vî welatî de, şermezar kirin û ev kiriyarên terorîstî bo derbe lêdan ji berjewendî û îtîbara Îraqê, da zanîn.
Beriya wî jî, Muqteda Sedr, melayê şî`e meseb yê Îraq ku, di eniya dijberê rejîma Îranê de yee jî, gotibû, ev dengên tundtîjiyên ku berjewendiyên xelkê û Îraqê rastî metirsiyan tîne dibe bên kip kirin.