Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrîşên Rûhanî, bertekên Amerîkayê ji pey xwe hebû

12:49 - 4 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Serkomarê rejîma Îranê, gefa zêdekirina mehandina Uraniyomê xwaribû ku, bo her astekê ku ew dixwazin yê zêde bikin.

Roja Çarşemî, 12`ê Pûşperê, serkomarê rejîma Îranê Hesen Rûhanî, di civîneke hey`etên dewletî ya rejîmê de ragihand ku, ji rêketa 16`ê Pûşperê ve, asta mehandina Uraniyomê bo her astek ku em bixwazin emê zêde bikin, û hekî welatên Rojavayî li ser sozên xwe nebin , ew dem raktora Erakê bo haletê berî dizavire, û bi awayekî ku em bikarin “Pilotonîn” berhem bîn in.

Li pey lihevkirina “Bercamê” para navendî ya Raktora bajarê Erakê der anîn û bi sîmanê tijî kirin, û bi awayekî hatiye çêkirin ku nekarin “Pilotoniyomê” berhem bînin, û di çêkirina çeka Navkî de, mifahê ji “Pilotoniyomê” vergirin.

Serkomarê rejîmê, rû li welatên Rojavayî kir û got: “Hekî hûn dixwazin kerbên xwe nîşan bidin, ewe her niha nîşan bidin, yan jî hekî hûn dixwazin daxûyaniyan belav bikin, ewe her niha belav bikin.

Piştî bertek nîşandana “Hesen Rûhanî” û gef xwarina wî, serkomarê Amerîkayê “Dunal Tiramp” jî, li ser rûpela xwe ya twitirê nivîsî: “Îran hişdariyeke nû daye, Rûhanî dibêje ku hekî lihevkirineke nû neyê encamdan, herçend em bixwazin emê uraniyomê berhem bînin. Îran dibe agehdarê gefên xwe be, hêzên me dikarin bi awyakî bizavirin û bi corekê pêvebidin ku heya niha ti kesî wisa pêvenedabe.

Herwisa “Dunal Tiramp”, roja Duşemî 10`ê Pûşperê ragihandibû ku, Îran digel agir lîstikê dike.