Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrîşên Saybêrî yên rejîma Îranê li ser “TISHK TV” bê encam maye

13:48 - 26 Gulan 2020

Rejîma Îslamî ya Îranê li êrîşên xwe yên saybêrî li ser Ragihandinên Kurdî yên dijî siyasetên rejîma Îranê berdewam e û hewlê dide ku kanalên wan Ragihandinan di torên cêvakî de “hek” bike.

Rejîma Îranê di nûtirîn hewla xwe ya saybêrî de, êrîşî ser tora civakî a “Instagram” a “TISHK TV” kir û hewl da ku rûpela taybet bi Dezgeha Ragihandinê “hek” bike û rawestîne.

Rejîma Îranê bi mifahwergirtin ji robot û hesabên bikarhênerî yên sexte xwestiye ku “Instagram”a “TISHK TV” hek bike.

Di heyamên wan çend mehên derbasbûyî de, eve çendemîn car e ku rejîma Îslamî ya Îranê, êrîşên saybêrî li ser Ragihandinên Kurdî bi taybet li ser Dezgeha Ragihandina PDKÎ kiriye.

Pêka raporan, ew êrîşa saybêrî bi rêya “Fişîng”(Fishing) re hatiye kirin.

Cuda ji wan êrîşan, hejmareke personelê “TISHK TV” di torên cîvakî de rastî êrîşên saybêrî hatine.