Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrîşên saybiriyên rejîma Îranê berdewam in

13:48 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Rejîma Îslamî a Îranê, ji rêya torên civakî ve, hewla hekkirna bikaranînên torên civakî dide, û çendîn vîrosên Întirnêtî belav kirine.

Pisporekî “IT” di PDKÎ de belav kiriye ku, rejîma Îslamî a Îranê, bo hekkirna torên civakî ên bikaranînên torên civakî, di nûtirîn hewl de, vîroseke nû çêkiriye.

Wî pisporê para “IT” di vê derhegê de gotiye: “Ew vîriose ku bo bikaranînan şandiye, li PNG mifah vergirtiye ku di wêneyekî bi formet û pesvorda IP nivîsiye, û dixwaze bikaranînên Întirnêtê di dema vekirin û danlod kirina wê wêneye de, epên wan hek bike.

Ew fayle ku rejîma Îranê di torên civakî de belavkiriye, li rêya mobayil û Îmeyil, bi name bo bikaranînan şandiye.

Di heyama derbasbûyî de, rejîm di çeend êrîşên saybirî ên din de, hewl daye ku bikaranînên torên civakî hek bike û zaniyariyên wan bidest bixe.

Artêşa saybiriya rejîma Îranê, parek li Spaha Pasdarana terorîst a rejîma Îranê ye ku, mijûlê çalakiyên terorîstî di cîhan de ye, û li sala 1386`an, bo çavdêrî, li rêya hekkirin û detpêragihîştin bi zaniyariyên girîng ên cîhanî avabûye.