
Roja 8 ê Tîrmehê bona nîşandana hêza Besîc ji bona parastina Îdare û wezaretxanên rejîmê di Îranê deî manovrek ji aliyê Besîciyan ve di Tehranê birêve çu.
Gorî biryara şêvra bilinde tenahiya rejîmê, niha pêde, Besîc berpirsê parastina Wezaretxane û Îdarên rejîmê ye.
Hemîd riza Qureyşî di vê derheqê de got: di heçî haletekî cihê tirsê de ku Îdare û Wezaretxane bikevne ber gefê erkê parastinê dikeve ustiyê Besîc.
Rejîma Îranê ji tirsê serhildan û teqîna kerb û kîna xelkê, niha ji bilî parastina xwe, fikrê ji çi tiştekî din neke.
Bi hegera bêkifayetî û wê rojreşiya ku rejîmê aniye serê Îran û Îraniyan, her dem egera serhildan û nerizayetiyê heye, û rejî jî gelek baş dizane hekî wê carê xelk rabe û bi dijî rejîmê derkevin, tenê eyana nerizayetiyekê nîne, belkî wê carê dê tex û bextê wê rejîma dijî gelî tev pêçin û bi yek carî sernixûn bikin.
Lewma rejîm bi hemî curekê amadekariya rubiru bûna di gel heçî serhildanekê dike û xwe bi tepeserî û kuştarekî mezin amade dike.