Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êş û derd û perîşaniya xelkê Kotol çend qat zêdetire

11:34 - 12 Adar 2020

Mixabin jiyana xelkê kotol , yên ku bi hegera erdhejê perîşan bûn û di demsala sir û seqema Zivistanê de mane bê mal û hal, bi derbasbûna Mehekê bi ser wê Erdhejê de, hindî pêdiçe kûratiya derd û êşa xelkê xisar dîtî, pêtir tête she kirin.

Heya niha jî, rejîm balde neçoye û çi alîkariye bi xelkê nekiriye, ewajî serbarê hindê ye ku berdewam berpirsên rejîmê li ser Media yên xwe pirûpagendê dikin û soza alîkariyê didin.

Berdewam ji aliyê xelkê Bajar û herêmên cudacudaye Rojhilatê Kurdistanê ve, bi avakirina Kempeynan, gelek alîkarî gehandine xelkê ku xisar dîtine, mala gelê me ava û wan erkê xwe yê netewî û pîroz gehande cî, lê wê yekê nekariye hemî arîşên kotol çareser bike.

Xelkê Kurdistan karîn hewcehiyên rojane bigehînine Kotol, we Nan, Xwarin, sixtenî, cilûberg, pûşak, lê kêşe û derdê mezine xelkê xisarberkevtî her wisa çareser nekirî maye.

Dehan Gund bi tewawî herifîne, ewa Meheke, xelk bê Himame, bê avahî û meskene, bê Berqe, bê Gaze, bê Av e, bê alavên gerimkirinêne. Zarok Şew heya sibê ji ber sermayê dilerizin.

Mixabin gelek malbat bi hegera perîşaniyê ku êdî wêne zêde taba bihîstina nalîn û giryana zarokan naînin, livê bar dikin û koçberê Bajar û dewerên din dibin, renge her ewajî bibe sebeb ku li pêşerojê de demografiya dewerê bête gohorîn, ku renge ewa jî xwezya rejîmê be.