Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Esayîb Ehlê El-Heq êrîşên li ser hêzên Amerîkayê rewa û yasayî dizane

11:36 - 5 Adar 2021

Sekreterê Giştî yê Esayîb Ehlê El-Heq, “Qêys Xez`elî” îdia dike ku balyozxaneya Amerîka li bajarê Bexdayê, mezintirîn navenda sîxurî li dijî Îraqê ye.

Sekreterê Giştî yê Esayîb Ehlê El-Heq ê Îraqê, “Qêys Xez`elî” ragihand ku: “Balyozxaneya Amerîka roleke berçav li derbelêdan bi rewşa Îraqê heye û êrîşkirin li ser binkeyên Amerîkayê rewa û yasayî ye û em bi her êrîşeke Amerîkayê dê bersiveke bi hêz bidin”.

Herwisa “Qêys Xez`elî” îdia kir: “Îsraîl êrîşên li ser balyozxaneya Amerîkayê bi rê ve dibe û di berjewendiya wan de ye ku dewleta “Biden” rastî şer û pevçûnê bibe”.

Ketayîb Ehlê El-Heq, girûpeke  çekdar a girêdayê rejîma Îranê ye û biryar û siyasetên rejîma Îranê di Îraqê de bi rê ve dibe.

Piştî êrîşa wê dawiyê li ser binkeya leşkerî ya Hevpeymanan ya Eynul Esed li parêzgeha “El-Enbar”ê, Amerîka digel Îraqê di hewlê de ne ku berpirsyarê wê êrîşê peyda bikin û bersiva wê êrîşê bidin.

Çavkaniyên ewlehiyê dane zanîn ku rakêtên ku di êrîşa li ser binkeya “Eynul Esed” de bikar hatine, ji cora “Areş” a berhema rejîma Îranê ne.