Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Esayîb Ehlê Heq” derheq lihevhatina di navbera Îraq û Herêma Kurdistanê de hişdarî da

10:52 - 11 Çirriya pêşîn 2020

Sekreterê girûpa “Esayîb Ehlê Heq” ragihandiye ku lihevhatina Bexda digel Hewlêrê, bi armanca derxistina “Heşda Şeibî” ji başûrê rojavaya Îraqê ye.

Roja Şemî, 10ê Çirriya Pêşîn, Sekrterê qirûpa “Esayîb Ehlê Heq” a Îraqê, “Şêx Qêys Xezelî”, derheq paşhatên lehevhatina ewlehî ya di navbera dewleta navendî û Herêma Kurdistanê de hişdarî daye û ragihandiye, ku armanca wê lihevhatinê derxistina hêzên Heşda Şeibî û girûpên din yên çekdar, ji derdora devera Şengalê ye û herwisa ragihandiye ku dijwariyên li ser Êzîdiyan dê her berdewam bin.

Navbirî daxwaz ji hêzên netewî yên Îraqê kir ku bêdeng nemînin û dev ji teylîfan berdin û derheq wê lihevhatinê, ku girîngî û metirsiyên xwe hene xwe yekalî bikin.

“Esayîb Ehlê Heq” yek ji girûpên girêdayê rejîma Îranê ye ku rol di çendîn alozîxistin û fitneyan dî Îraqê de hebûye, ew hêza Şîe ku beşek ji heşda Şeîbî ye, siyasetên rejîma Îranê di welatê Îraqê de cî bi cî dike û dewleta “Mistefa Kazimî” di rewşa hewldan bona rawestandina wan alozî û fitneyên li nav Îraqê de ye, û li ser wê mijarê jî girûpeke lêkolin pêk aniye ku çendîn roje kar dikin û yekem karê wan şermezerakirina Hizbullaha Îraqê derheq aloziyên di Bexdayê de bû.