Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Es`ed Sîdanîferd” endamê Partiya Demokrat a Kurdistan a Îranê koça dawiyê kir

13:01 - 21 Hezîran 2022

Endamekî PDKÎ yê bi navê “Esi`d Sîdanîferd” bi sedema sirr û seqema demsala Zivistanê di nav befirê de koça dawiyê kir û piştî derbasbûna zêdetir ji 5 mehan li serr wundabûna wî roja Duşemî 20`ê Hezîranê, termê wî hat peydakirin.

   Ew endamê PDKÎ digel du welatiyên din bona kar û kasbiyê li rêkevta 13`ê Çileya Pêşîn ku, li sînorê Bakûrê Kurdistanê li bilindahiyên devera “Gelêşim”ê ber bi gundê xwe ve dizivirîn, ketine bin reniya befirê û mixabin bêserûşûn bûbûn.

Termê “Es`ed Sîdanîferd” piştî heliyana keviyên befirê, ji aliyê xelkê deverê ve hat peydakirin.

“Es`ed Sîdanîferd” kurê “Rehîm” li sala 1366`an a Rojî li gundê “Bawa” yê girêdayî devera “Mirgewer” ya ser bi bajarê “Urmiyê” jidayîk bûbû, û xêzandar e û bavê 4 zarokane.

“Esi`ed Sîdanîferd” li destpêka sala 1397`an a Rojî peywendî bi refên PDKÎ ve girtiye û weke endamekî çalak û dilsoz, erkên xwe yên hizbî li navxweyî Rojhilatê Kurdistanê birêve dibir.

Partiya Demokrat a Kurdistan a Îranê sersaxiyê dibêje malbat, xizim û kesûkarê xwedêjêrazî û xwe bi hevxemê wan dizane.