Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Eşîrên Ereban jî tevilî rêzên xwenîşandanên bajarê Abadanê bûn

12:36 - 30 Gulan 2022

Eşîrên ereb yên li bajarê Abadanê jî tevlî xwenîşandanên bûyera hiloşîna avahiya Metropolê bûn û nerazîbûna xwe anîn ziman.

Di bûyera hiloşîna avahiya Metropola Abadanê de, hejmarek ji welatî di bin kavilkariyên avahiyê de man û canê xwe ji dest dan û welatiyên wî bajarî jî li derhreq guhnedan û gendeliyên berpirsên rejîmê ku bûye sedema can ji dest dana hejmarek ji welatiyan,  wan xwenîşandanên nerazîbûnê lidar xistin.

Dîmenên nerazîbûnên roja Yekşemî 29`ê Gulanê yên li derheq hiloşîna avahiya Metropola Abadên de ku di torên civakî de hatine weşandin, nîşan didin ku hin eşîrên Erebên  wî bajarî jî tevilî civînên nerazîbûnên xelkê vir bûne. 

Pêka rapora nûçegihaniya ÎRNA a girêdayî rejîma Îranê heta niha amara can ji dest dayên wê bûyera dilgran gihîştiye bi 31 kesî.

 Herwisa di wan dîmenan de xuya e ku hêzên rejîma serkutkar bona pêşîgritin ji berfirehbûna xwenîşandanên xelkê wî bajarî, bi awayê rasterast teqe ji xwenîşandanên bê mertal dikin.

Herwisa di wan civînên nerazîbûnên li derheq hiloşîna avahiya Metropolê de, xwenîşandanan siloganên weke  Besîcî here vunda be, em hemî şerker in, şer bike da ku şer bikin netris in netrsin em hemî bihevre ne diqîrandin.