
Li berdewamiya gendeliyên berpirsên rejîma Îranê, vê carê gendeliyek mezin di bajarê Seqizê de hate eşkerekirin.
Çend roj beriya niha “Kamîl Kerîmiyan” Fermandê bajarê Seqizê bi tawana gendeliya malî hate binçavkirin; Lê bi sedema dengdaneva zêde li bajarê Seqizê û deverên derdor bi danana barimteyek giran hate azadkirin û çû ser karê xwe.
Ji ber abirûya rejîmê rageyandinên rejîmê bilez civînek digel wî kirine û sedema binçavkirina xwe bi direw daye zanîn.
Herwisa “Vuriya Neimanî” Serperiştê berê yê Bajarvaniya Seqizê hatiye binçavkirin û bilî hisabên xwe çendîn milyon li ser hisaba dayika wî jî hatiye bilokkirin û herwisa 4 kîlo zêr di mala wî de hatiye peydakirin.
Di vê derheqê de “Ehmed Seferî” Berpirsê Peymankariya Bajarvaniyê, “Riza Derwîşî” Cihgirê Bajarsaziyê hatine binçavkirin.
Hevdem çendîn berpiris û karbidestên din yên fermandarî û bajarvaniya Seqizê bi danana barimteyê hatine azadkirin û bi wan re hatiye ragihandin ku mafê çûneder li bajarê nînin heya dema rohnbûn û roja dadgehîkirnê .
Asta gendeliya wan çend kesan 64 milyard timen e.