Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Eşkerebûna zaniyariyên 5.5 milyon bikarhênerên “Raytil”ê

11:14 - 4 Hezîran 2020

Pêka raporan, Navenda Zaniyarî a Şîrketa Pêwendî ya “Raytil”ê  ji aliyê hin hekêran ve hatibû “Hek”kirin û zaniyariyên 5 milyon û 500 hezar kes hatine firotin.

Pêka raporên belavbûyî, ew zaniyariyane yên wekî “Navê bikarhêner, kuda milî, hejmara telefon, navnîşan û kuda postî, di nav înternetê de hatine firotin.

Tê zanîn ku berê ku zaniyariyên bikarhênerên “Raytil”ê bêne firotin, hekêrekî daxwaz ji operatora “Raytil”ê kiribû ku hekî 5 “Bît Kuwîn”a bi wî bide ew xwe ji belavkirina wan zaniyariyan diparêze. Lê “Raytil”ê ti bersivek nedabû wî hekirî, da ku di dawiyê de tev zaniyariyên bikarhênerên “Raytil”ê hatine firotin.

Husên Felah Coşqanî, Cihgirê Wezîrê Ragihandin û Serokê Saziya Rêkxistina Zangon a Radiyoyê, di “Twitt”ekê de hekkirina “Raytil”ê pejirand û gotiye ku kompaniya “Raytl”ê di wê derheqê de berpirsyar e.

Herwisa wî berpirsê rejîmê gotiye, eşkerebûna zaniyariyên bikarhêneran dizavire bo 4 sal berî niha.

Eve jî di halekê de ku zaniyariyên 5 milyon û 500 hezar kes 4 sal e hatiye firotin, lê kompaniya “Raytil”ê di wê derheqê de bêdengî hilbijartiye.